Partiya Komunîstên Yekîtiya Sovyetê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP û gelê Kurd.

Daxuyaniya Partiya Komunîst wisa ye: “Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyeyê di hilbijartina 31’ê Adarê de şaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê dûr xistin û li gelek bajaran 418 kes destgîr kirin. Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin şaredarên ku ji peywira xwe hatine dûrxistin û piştgiriyê didin HDP û gelê Kurd ên ku li ser wan zext hene.”

Partiya La Convergencîayê jî got ku “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan zexteke mezin li gelê Kurd û endamên HDP’ê dike. Betalkirina peywira şaredariyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê tê wateya ku hikûmet dixwaze partiyê tune bike.

Em gelê Kurd û Tirk silav dikin ên ku li kolanan li hemberî zextên Erdogan demokrasiyê diparêzin. Em peyamê didin HDP’ê ku, ji bo azadiya karkerên Tirk û Kurd em piştgiriyê didin têkoşîna wan a ku qedera xwe diyar bikin.”