Saziya civaka sivîl a bi navê OVD-Înfo ya ku çalakiyên protestoyê dişopîne, mialemeya xerab a li ser kesên hatine destgîrkirin şermezar kir.

Yek ji berpirsê OVD-Înfo’yê Grîgorî Dûrnovo ji radyoya Ekho Moskvy re axivî û diyar kir ku gelek çalakger di şertên xerab de ne, nan û avê nadin wan û bi saetan destûr nayê dayîn ku biçin tiwaletê.

Dûrnovo got ku, “Gelekî zehmet e ku parêzer û hiqûqnas biçin qereqolan. Destûr nayê dayîn.”

Piştî ku Aleksey Navalnî yê mûxalif hate girtin, şeş roj şûnde di 23’ê Çileyê de çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin û heta niha ji deh hezaran zêdetir kes hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku di 23’ê Çileyê de 4 hezar, di 31’ê Çileyê de 5700 û 1400 kes jî roja Sêşemê hatine destgîrkirin.

Li ser medyaya dîjîtal nûçe hatin weşandin û hate diyarkirin ku hinek kesên hatine destgîrkirin, bi qasî 40 saetan tiştekî xwarinê nedane wan. Di dîmenekî de jî ya ku li ser înstagramê hatibû parvekirin û televîzyona Dojdê weşandibû, çalakger dibêje ku ‘Em neh saet din otobusekê de ne û divê em li ser pêyan bin.”