Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ria’yê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Karên Hundir, tenê li Moskowayê nêzî 1.700 kes hatin destgîrkirin.

Tevî ku salên dawî çalakiyên şermezarkirinê têne qedexekirin jî ji dema destpêkirina êrişa li ser Ûkraynayê û vir ve li tevahiya Rûsyayê gelek mîtîng hatin lidarxistin.

Koma mafan OVD-Info diyar ki rku li 53 bajaran gelek kes hatin destgîrkirin. OVD-Info ragihand, di nava 11 rojên dawî de zêdeyî 10 hezar kes hatin destgîrkirin.

Alexei Navalny ku destpêka vê hefteyê ji ber rexnekirina hikumetê bi sûcdariya sextekariyê hate girtin, diyar kir ku divê Rûsya nebe ‘neteweya tirsonekên genî’ û bang kir ku li dijî şer rojane xwepêşandan werin lidarxistin.

Xwepêşandanên şermezarkirinê roja Yekşemê ne tenê li Rûsyayê, lê li tevahiya cîhanê hatin lidarxistin. Li Kazakistanê, ku hevalbendê Moskowayê ye, li Almatiyê mîtîngeke aştiyê bi beşdariya 2 hezar kesî hate lidarxistin.

Çalakgerên dijberê şer li Bruksel û Londonê jî daketin qadan.