Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a binpêkirinê, Qada Taksîmê di Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê de, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.

Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) karker îro serê sibê li Saraçhaneyê hatin ba hev.

Karker wek kortej ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin.

Polîsan li pêşiya sûrên Saraçhaneyê pêşî li girseyê girt û bi guleyên plastîk û xaza îsotê êrişî çalakgeran kir.

Girse li dijî êrişa polîsan li ber xwe dide.

Piştî êrişê, girseya kom bûye hewl dide ku ji riyên cuda xwe bigehîne Qada Taksîmê.

Hat destnîşankirin ku di êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.

Hevserokê Dem Partî Tuncer Bakirhan ji bo biçe Taksîmê çû Saraçhanê, li wir axivî, banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir.

Tuncer Bakirhan vê peyamê da:

Îro 1’ê Gulanê ye. Em Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Weke DEM Partiyê bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên kurd li gel çîna karker a Tirkiyê ji bo piştevaniyê em livirin. Baş dizanin heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev dê karibin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin. Emê karibin xizanî, nelirêtî û zilma li ser kedkaran bi dawî bikin, têkoşîna hevpar bikin û mezin bikin.

Li ser tifaqê jî Tuncer Bakirhan wiha got:

Heke em karibin karker, kedkar, kurd, elewî, ciwan û jinan li ser bingeheke xurt ê têkoşînê bînin gel hev, wê demê em ê bikarin xizanî û zilma heyî bi dawî bikin. Ez roja kedkarên Kurd, Tirk, Ereb, Ermenên hatine Taksîmê pîroz dikim.