Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Sariçamê Zozan Efeturk diyar kir, divê ciwan di nava siyasetê de bi roleke hîn aktîf tevbigerin û got, wê xwestiye bibe hêvî hem ji ciwanan re hem jî ji jinan re.

Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Sariçamê ya Edeneyê Zozan Efeturk (21) karên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî didomîne. Efeturk ku li Êlihê ji dayik bû û li wir mezin bû, berî 2 salan li Edeneyê bi cih bû.

Efeturk diyar kir, di hilbijaritnên giştî yên 24’ê Hezîranê de ji bo bibe mînak ji jin û ciwanan re wê bernamzetiya xwe eşkere kir û got, “Çi li nava karên ciwanan, çi jî li nava yên jinan; tevî malbata xwe em hewl didin cihê xwe di her karî de bigirin.”

‘DIVÊ JIN Û CIWAN HÎN BÊHTIR TEVLÎ SIYASETÊ BIBIN’

Efeturk anî ziman, ji bo bibe hêviya jin û ciwanan a der barê paşerojê de wê namzetiya xwe ji bo hevşaredariyê eşkere kiriye û got, “Divê ciwan bi roleke hîn aktîf cihê xwe di nava siyasetê û rêveberiyê de bigirin.”

Der barê projeyên xwe yên ji bo Sariçamê jî Efeturk got, “Em ê navendên çandê ji bo jinan vekin. Qadên sporê ava bikin, deverên civakî biafirînin ku bi taybetî jin karibin bi hêsanî lê tevbigerin.”

Efeturk diyar kir, wê hewl bidin jinan bêhtir tevlî kar bikin, derfetên kar ji jinan re biafirînin û bi jin û ciwanan re rûnên û hewl bidin pirsgirêkên wan bi wan re çareser bikin.