Ambargoya ku rejîma Şamê ev 3 sal in li ser Kantona Şehbayê hatiya danîn bi zivistanê re hê bêhtir giran bû.
Piştî ku Efrîn 18’ê Adara 2018’an ji hêla dewleta Tirk ve hate dagirkirin bi hezarn kes mecbûr ma ku koçî Şehbayê bike. Rejîma Şamê jî li dijî gelê ku koç kirî ambargoya ku danîbû bi zivistanî re girantir kir.
Rejîma Şamê ku nahêle zad, lêziminên zivistanî û tendiristiyê derbas bibin, piştî pêşniyara ENKS’ê ya ku li herêmên Rêveberiya Xweser derbasî pergala perwerdehiyê ya rejîma Şamê bibin, nehişt ku metaryalên perwerdehiyê ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo Şehbayê hatibûn hazirkirin, derbas bibe. Vê rewşê ew guman çêkirin ku ENKS bi rejîma Şamê re ji bo ku hevdîtinên yekrêzika Kurd pûç bikin, têkilî daniye.
Evdo Îso diyar kir rejîma Şamê ev 3 sal in ambargo li ser herêmê daniye û got,”Rejîm nahêle ku zad û sotemenî derbasî kantonê bibe. Meclîsa Kantona Efrînê, li gel ku dest li ser tankêrên sotemeniyê hatiye danîn û derfetên kêm jî bê pere sotemeniyê dide gel. Ez vê polîtîkaya dijî gelê Efrînê yên li Şehhbayê şermezar dikim.”
Silhedîn Bilal ku li Kampa Berxwedanê ya li navçeya Fafînê jî ambargoya rejîma Şamê şermezar kir, got rejîma dest li ser wan alîkariyan daniye ku ji bo wan hatiye şandin û got, bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ew ji xaka wan derxistine û rejîma Şamê jî ambargoyê li ser wan datîne.
Bilal her wiha diyar kir rejîma Şamê dixwaze fitnê têxe nav Rêveberiya Xweser û gel û got, ”Em ji Rêveberiya Xweser bawer in. Berxwedana me ya li kampên Şehbayê didome. Li gel hemû zor û zehmetiyan jî heta ku em vegerina Efrînê em ê li ber xwe bidin.”
Koçbera bi navê Fîdan Ico jî got ji ber ambargoyê pir zor û zehmetiyan dikişînin, nikarin lêzimiyên sereke û tendiristiyê jî bi cih bînin.