Ji ber bermahiyên mayînên çeteyên DAIŞ`ê li Şehbayê, du jê zarok 3 şêniyên Efrînê birîndar bûn.

Mayîna ku çeteyên DAIŞ`ê berê li navçeya Ehresê ya Şehbayê çandibû, bi şêniyên Efrînê de teqiya. Di encamê de, zarokê bi navê Ebdo Bekir Dodeqa (8), Mîrvan (10) û ciwanê bi navê Yûsif Xelîl (24) bi giranî birîndar bûn.

Birîndar niha li nexweşxaneya Avrin têne dermankirin. Li gorî kadroyên nexweşxanê rewşa hersê birîndaran giran e û niha di odeya emeliyatê de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî mayîna çeteyên DAIŞ`ê li gundê Til Qirah ê girêdayî navçeha Ehdas teqiya û di encamê de zarokê bi navê Cuma Umer jiyana xwe ji dest da.