Li gundê Nêrkole yê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê agir bi daristanê ket. Şewatê êvarê dest pê kir û hîn jî dewam dike.

Li gundê Nêrkole yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, agir bi daristana li pişt çiyayê Gomanê ket.

Şewata ku bi saetan e dewam dike, her mezin dibe.

Ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nehatiye kirin û tê gotin ku şewat nêzî gundên li derdorê bûye.