Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, civîneke girîng li Şengalê lidarxist. Di civîna hevbeş ya sazî, partî, rêxistin, serok eşîr û rûspiyên Şengalê jî di têde amadebûn, gelek biryar hatin girtin û hate gotin ku wan di vê civînê de bixwe rêveberiya Şengalê diyar kiriye.

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û rûspiyên Êzidî, serok eşîrên Êzidî duh li ser daxwaza Meclîsa Xweseriya Demoraktîk a Şengalê civiyan. Civîn bi armanca çareserkirina pirsgirêkên rêveberina Şengalê û pêwîstiyên civaka Êzidî li Şengalê pêk hat û ev jî weke gaveke girîng berbi tifaqa Êzidî ve tê dîtin.

Di civînê de mijara tifaqa navbera Êzidiyan, xwe bi xwe birêvebirina civaka Şengalê weke xalên sereke hatin destgirtin û 5 biryarên girîng hatin girtin. Sazî, rêxistin û rûspiyên ku tevlî civîna Meclîsa Xweser bûn biryarên ku girtine wê pêşkêşê hikûmeta Federal a Iraqê bikin. Encama civînê bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê kirin ku rêz bidin îradeya li Şengalê çêbûye û wan nekin qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Îbrahîm Xwedêda ve hate xwendin. Daxuyanî wiha destpê dike;

Ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê, saziyên eleqedar û civaka sivîl re

Me civînek ji kesên berpirsyar, partiyên siyasî, kesên rûspî û serok eşîran pêk tê, lidarxist. Me di civînê de rewşa Şengalê ya niha, siyaseta ku li ser tê meşandin û rewşa gelê xwe nirxand. Her wiha me di civînê de çend biryarên girîng girt.

1- Me di civînê de biryar girt ku rêveberiya Şengalê ji van kesan pêk were û ji tevahiya derdorên li vir ne amadene re jî vekirîbe.
2-Em qebûl nakin ti kesek ji derveyî Şengalê, Şengalê birêve bibe.
3- Em hatina meclîsa Şengalê bi temamî red dikin û qebûl nakin ti biryarên bêyî îradeya Şengalê werin girtin.
4-Di ber rewşa niha ya Şengalê de Hikûmeta Iraqê berpirsyar e. Lewma em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku ji bo başkirina rewşa gel erka xwe pêk bîne.
5-Em qebûl nakin ku Şengal bibe qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de. Divê rêz bidin şeref û kerameta gelê Êzidî.