Li Şengalê dest bi vekirina gorên komî ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi sedan welatiyên Êzidî qetil kiribûn û xistibûn tê de, hat kirin.
Bernameya vekirina gorên komî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) tê meşandin, îro li Gundê Koço yê girêdayî Navçeya Şengalê destpê kir.
Di bernameyê de ji bilî rayedarên Hikûmeta Iraqê û NY’ê, oldarên civaka Êzidî, malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û gelek welatiyên Êzidî jî amade bûn.
Bername bi rê û resmên ola Êzdayetiyê û xwendina sirûda Iraqê destpê kir. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û li ser navê komîteya amadekar axaftin hat kirin.
Di bernameyê de Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê, Nunerê Taybet yê Sekreterê Netewên Yekbuyî (NY) ê yê Iraqê, Parlamenterê ku ji Kotaya Êzidiyan çûye Perlemantoye Iraqê û rayedarê Wezareta Tenduristiyê, rêveberên Saziya Şehîdan, Parêzgeha Musilê û malbatên şehîd û windahiyan axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser hovitiya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye û destnîşan kirin ku di encama têkoşînek dijwar de ev herêm careke din ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Piştî axaftinan Babe Şêx (Oldarê Êzidî) jî axaftinek kir û destura vekirina gorên komî da. Li pey destûrê jî rê û resmên ola Êzidî hatin pêkanîn û dest bi vekirina gora komî ya yekemîn hat kirin.
Hestiyên ku ji gorên komî tên derxistin, bi armanca test DNA’yê û diyarkirina nasnameyan bişînin saziya Tiba Edlî.
Wê xebatên vekirina gorên komî çiqas û heta kengî dom bikin nehatiye diyarkirin.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de êrîşî Şengalê û derdora wê kirin, bi sedan kes qetil kiribûn bi xistibûn gorên komî. Tenê li Gundê Koço yê Şengalê 9 gorên komî hene.

