Li Şengalê sala nû ya perwerdeyê bi vekirina 4 dibistanên nû û tevlîbûna hezar 500 xwendekaran destpê kir.
Li herêmên Şengalê yên di bin kontrola Meclîsa Xweseriya Demokratîk de sala nû ya perwerdeyê destpê kir. Bi pêşxistina pergala xweser, zêdebûna derfetan û vegera gel re pergala perwerdeyê jî berfirehtir dibe.
Pergala ku 4 sal beriya niha hatibû destpêkirin, di sala 2017-2018’an a perwerdeyê de li 11 dibistanan bi beşdariya 1000 xwendekaran hat meşandin. Lê piştî ku li hin herêman pirsgirêkên ewlekariyê hatin çareserkirin û gel jî vegeriya ser warê xwe, dibistan jî zêde bûn.
Di sala nû ya perwerdeyê de li navenda Şengalê 4 dibistanên din jî hatin zêdekirin û hejmara xwendekaran derket hezar 500’î. Di rewşa niha de li Şengal, bajaroka Xanesor, wergeha Serdeşt, gundên Kersê û Kolka 15 dibistan û hezar 500 şagirt hene.
Li van dibistanan ji refa yekem heta refa 6’an bi giştî 100 mamoste ders didin.
Bernameya perwerdeyê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdey Civaka Demokratîk a Êzidiyan ve hatiye diyarkirin. Di çarçoveya bernameyê de li dibistanan dersên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Êzdayetî û dersên din ên zanistî, civakî, dîrokî û erdnîgarî tên dayîn.
Endama Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidiyan Celîla Meto û mamoste Dexîl Zêd têkildarî mijarê zanyarî dan û gotin ku bi vegera gel re pêdiviya dibistanan jî zêdetir dibe û niha hejmara şagirtan zêde bûye. Mamosteyan bang li tevahiya welatiyan kirin ku zarokên xwe bişînin dibistanê.