Li gorî UNÎCEF û WFP’ê li Efganistanê 3,2 milyon zarokên temenê biniya 5 salî ne, wê nikaribin baş xurekan bixwin. Herî kêm milyonek zarok ji ber xurekan wê jiyana xwe ji dest bide.
Li gorî her du saziyan ne bi tenê zarok ji sedî 95’ê malbatan jî têra xwe xurekan nikarin bi dest bixin.
Li gorî ku WFP dibêje gelek zarok herî kêm dahnekî nikarin xwarinê bi dest bixin.
Rêxistinên girêdayî NY diyar dikin ku ‘Hişkesaliyeke mezin didome û ji ber pandemiya koronavîrusê jî wê gelek zarok pêdiviya wan bi alîkariyê hebe.”