Li dijî artêşa Tirk a li ser girê Kartal çalakî hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku di encamê de gelek dagirker hatine kuştin. Piştî çalakiyê dagirker ji ser girê Kartal daketin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dan ku li ser girê Kartal ê li herêma Heftanînê bûn.
Artêşa Tirk ji ber çalakiyên gerîla neçar ma xwe vekişîne. Hate ragihandin ku di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin.