Li gundê Çalxan ya navçeya Sergolanê, di navbera salên 1995-1996’an de, li Çiyayê Kûz, 11 kesên ku hate gotin Gerillayên PKK’ê ne di şer de şehîd bûn.
Gerîlayên şehîd, ji aliyê leşkeran ve bi komî li goristana nava gund hatin veşartin.
Di salên pêş de cenazeyên 2 şehîdan, ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin û birin.
Gundiyan li dora gora komî ya 9 Gerillayên PKK’ê bi prîketan dîwar çêkir. Lê di nava 27 salan de diwar hate xerakirin. Niha jî li qada ku gor lê ne, gorên nû hatin çêkirin. Aqûbeta cenazeyên 9 Gerilla jî nayê zanîn
Ji şêniyên gund Halîl Karaçali, diyar kir ku ew, di dema veşartina cenazeyan de li gund bû û got;
Min ji ber zexta deweleta ji gun bar kir. Leşkerên artêşa Tirk, di salên 1995-1996’an de, bi kemçeyan kolan û cenazeyê Gerilla di avêtin wan deran. Me gundiyan, li dora 9 cenazeyên gerîla prîkêt danîn.
Piştî 23 salan vegeriyam gund, min dît ku li qadê gorên nû hatine çêkirin. Prîketên li dora goran jî hatibûn rakirin. Min nikarîbû cihê goran jî nas bikim.
Lê kesên ku gorên nû çêkirine, dibêjin me di kolana goran de tu hestî nedîtine. Me bi salan hewl da bi goran kom biparêzin. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku ji bo aqubeta gora komî bê eşkere kirin, bikavin nava hewldanan. Ev gora zarokên me ne, divê neyên winda akirin.