Ji meha Çileyê dema ku vîrusa koronayê ya bi navê Covîd-19 derketiye û heta niha 600 lêkolînên zanistî hatin kirin. Li gorî lêkolînan ev vîrus li hemberî temen û welatan bandorên cihê çêdike.

Duh heta hate diyarkirin ku 118 hezar kes bi vê vîrusê ketine lê hejmara rastîn zêdetir e. Heta niha 4 hezar û 265 kes jî mirine.

Tê diyarkirin ku kesên di navbera 45-56 salî ne, ev vîrus li wan digere û kesên ser 65 salî bandora vê vîrusê bi giranî hîs dikin.

Heta niha herî kêm jî bandor li zarokan hatiye kirin. Lê li gorî lêkolînan zarok jî wekî kesên salmezin dikarin zûtir bi vê nexweşiyê bikevin.

HETA 4,5 ROJAN NÎŞANÊN NEXWEŞIYÊ DIYAR DIBIN

Tê diyarkirin ku piştî ku ev vîrus li mirovan digere, piştî 4-5 rojan nîşan û semptom xuya dibin. Ev nexweşî heta 14 rojan jî dikare tu nîşanan diyar neke.

Ev vîrus dema di asta destpêkê de dikare li kesên din jî bigere. Piraniya nexweşên bi vîrusê piştî nîşanên vê nexweşiyê ev vîrus li kesên din gerandine. Ji ber vê jî dema ev nîşanên nexweşiyê hatin dîtin divê têkiliya bi kesên were qutkirin.

Lê di hin rewşan de nîşanên vê nexweşiyê carinan nayê dîtin û ji van kesan re tê gotin ‘nexweşên asemptomatîk’ û ev kes heta 32 rojan jî dikarin vê vîrusê li kesên din belav bikin. Piştî ku ev vîrus kete bedena mirovan, heta 32 rojan dikare bidome. Li ba zarokan jî ev dem kurttir e.

LI DERVEYÎ BEDENÊ MIROVAN JI SAETEKÊ HETA ÇEND SAETAN DIKARE BIJÎ

Vîrûsa Covîd-19 di dema kuxik û pişkînê de bi rêya xweziya ji dev û bêvilê derdikeve belav dibe. Tê gotin ku vîrûs li derveyî beden ji saetekê heta çend rojan dikare bijî. Ji ber vê yekê pisporên Emerîkî dibêjin, paqijiya devera ku nexweşekî bi vîrûsê le bû herî kêm piştî 24 saetan bê kirin. Yek ji mijarên tê meraqkirin jî ew e ku vîrûsa Covîd-19 li mûtasyonê rast hatiye yan na. Li gorî lêkolînan, dema mûtasyona vîrûsê li gorî ya zekemê gelekî lawaz e.

RÊJEYA MIRINÊ LI GORÎ WELATAN DIGUHERE

Rêjeya mirinê ya ji ber Covîd-19 li gorî welatan diguhere. Li gorî karê Zanîngeha Johns Hopkîns, li Elmanyayê 1281 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û tenê 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev yek jî tê wateya 0.2 ji sedî yê bûyeran. Li welatekî din ê Ewropayê li Îtalyayê rêjeya mirina ji ber vîrûsê gelekî bilind e. Li Îtalyayê 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ketin û 463 kesî jiyana xwe ji dest dan, ku ev yek 5 ji sedî ye. Tê texmînkirin ku ev cudahiya navbera Elmanya û Îtalyayê ji ber zêdebûna derfetên tedawiyê yên li Elmanyayê ye.

NEMISOGER E KU BI GERMÊ RE JI HOLÊ RABE

Ji aliyê zanistî ve hîn misoger nebûye ku Covîd-19 bi bidawîbûna zivistanê re bi saya germê ji holê rabe. Lê belê ji ber ku vîrûs li Efrîka, Emerîka Başûr û Awûstralyayê kêm hatiye dîtin, ev yek nîşan dide ku vîrûs dibe ku li nava hewa germ nikaribe xwe rabigire.

RÎSK NÎNE KU CARA DUYEMÎN MIROVEK BI VÎRÛSÊ BIKEVE!

Tê gotin ku rîsk nîne kesekî bi vîrûsê ketibe cara duyemîn pê bikeve. Li gorî vê yekê, bi saya antîkorên bedena ku carekê vîrûs lê der bûye, nahêlin ku cara duyemîn bi vîrûsê bikeve.

DERMANÊ WÊ DIBE KU HETA SAL Û NÎVEKE DIN BÊ PEYDAKIRIN

Piştî ku vîrûs der bû, karê zanistî yê ji bo peydakirina derzî û derman dest pê kir. Tenê li Çînê nêzî 80 carî ceribandinên klînîkê hatin kirin. Di serî de Remdesevîr a li dijî vîrûsa Ebolayê tê bikaranîn, gelek tedawî hatin testkirin. Lê belê ev yek tenê pêşî li belavbûna vîrûsê digire. Tê texmînkirin ku derman û derziya li dijî vîrûsê ji 12 heta 18 mehan bê peydakirin.