Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêmên Xakurkê û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser êrîşê ev agahî parve kir: “13’ê Adarê saet 12:00’an balafirên şer ên Tirk ên dagirker Girê Berbizina û geliyê Sînînê li yên Herêma Xakûrkê û dîsa gundê Yekmala ya Herêma Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan bi hêzên me negihiştiye.”