HRE’yê ragihand, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û tankek hatiye rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê çalakiya li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ku li dijî leşkerên Tirk a dagirker hate kirin agahî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.
Di 31’ê Tîrmehê de li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hêzên me derbên giran li baregeha leşkerî û stargehên artêşa dagirker xistin. Di çalakiyê de tankeke artêşa Tirk a dagirker û du çeper tevî cebilxaneyên tê de hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.”