Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li ser rêya bejahî ya Riha-Sêweregê qelibî û 20 kes birîndar bûn.Qeza li nêzî taxa Hasirliyê rû da. Mînîbusa ku karker tê de bûn qelibî û di encamê de 20 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Nehate zanîn ku qeza bi çi rengî bûye. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.