Brûsk Cemal Sebir bi nasnav Bakur Cîlo sala 1984’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû.

Bavê Bakur Cîlo li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şehîd bû.

Kekê wî jî li çiyayên Zagrosan şehîd bû.

Bakur Cîlo di temenekî ciwan de tevlî nava refên PKK’ê bû, li çar parçeyên Kurdistanê şer kir.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re berê xwe da Rojava, destpêkê di nava refên YPG’ê de li Kobanê şer kir.

Di sala 2013’an çû taxa Şêx Meqsûdê û weke fermandar, Ereb, Kurd û Tirkmenan anîn cem hev û li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer kir.

Şêniyên Şêx Meqsûd ji ANF’ê re qala Bakur Cîlo kirin.

Fatma Mûstafa anî ziman ku Baku Cilo, pêşengiya xelkê Şêx Meqsûd kir li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê mil bi mil şer kirin.

Îro navê kolana me Bakur Cilo ye. Ji dema şehîd ket û pê ve malbat navê Bakur li zarokên xwe dikin.

Ez şehîd Bakur û hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim.”

Yûsûf Efrîn jî got; Ez di sala 2011’an de ji Şêx Meqsûdê tevlî nava Şoreşa Rojava bûm.

Min hingî Hevalê Bakur naskir.

Xwedî ruh û hezkirina Apoyî bû.

Timî dikeniya, bi moral bû û gelekî bi cesaret bû.

Heta nefesa xwe ya dawî bi vî rengî bû.

Ew remza fikir û felsefeya wî Rêber Apo bû.”

Sozdar Waqas jî got; Ew çavkaniya moral û hêza me bû.

Di nava şer de, moral didane me.

Heval Bakur, dilsozê hevalên şehîd û Rêbertî bû.

Di 7’ê Nîsanê de li Şêx Meqsûd teqînek mezin çêbû.

Hejayî bi bîrxistinê ye ku şehîd Bakur Cîlo di 7’ê Nîsanê de bi hevriyê xwe Ebû Nûre şehîd bûn.