Li Katanyayê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gorî medya xwecihî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan kesekî 53 salî bû ku di wesayita xwe de xeniqî.
Li bajarên Pîazza Dûomo û Katanyayê bi sedan ajokar di hundirê wesayitên xwe de asê man.
Serokê Şaredariya Katanyayê Salvo Poglîese li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û got, “Ji doh ve bajarê me ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê di rewşeke dramatîk de ye.”