Li Silêmanî welatiyek bi cilû bergên xwe yên ku ev bi salane li berxwe dike, hemûyan komkiriye û ji bo nîşandana wan cilên Kurdî pêşangehek vekir.
Li Silêmanî piştî saetên nîvro li Dîwanxana Sera welatiyê binavê Burhan Mihemed bi cilên xwe yên Kurdî pêşangehek ya cil û bergên Kurdî vekir. Cilên ku di pêşangehê de hatin nîşandan, hemû ew cil bûn yên ku Burhan Mihemed ev bi salanin li xwe dike bûn.
Burhan Mihemed xelkê Silêmani ye,pîşeyê wî karkere. Burhan diyar kir ku ji ber heskirina wî ya ji cilûbergên Kurdî wî hemû cilên xwe wekî pêşangeh vekirye. Di pêşangehê de cilûbergên ku hatin nîşandan hemû awayê cilên Kurdî yên li Başûrê Kurdistan xelk li xwe dikin bûn.

Di pêşangehê de zêdetirî 40 dest cilên Kurdî hatin nîşandan. Ev cil jî yên herêma Hewraman, Germiyan, Dihok, Balekayetî û Silêmanî bûn.
Gelek welatî serdana pêşangehê kirin û keyfxeşiya xwe anîn ziman.

