Li bajarê Silêmaniyê bi hezaran kes li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan. Bi hezaran kesên ku di nav wan de nûnerên aliyên siyasî jî hebûn li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ji bo lidarxistina meşeke girseyî li Baxê Giştî yê Silêmanî kom bûn.
Bi hezaran kesên ku di nav wan de nûnerên aliyên siyasî jî hebûn li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ji bo lidarxistina meşeke girseyî li Baxê Giştî yê Silêmanî kom bûn.
Ji Helebce, Kerkûk, îdareya Germiyan, navçeyên Derbendîxan, Çemçemal û Pênciwên jî welatî beşdarî meşê bûn.

Girseya xwest ji Baxê Giştî ber bi Seraya Silêmanî ve biçe, ji aliyê polîsan ve bi sedema tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê hat astengkirin. Ji ber vê beriya meşê di navbera polîsan û welatiyan de alozî çêbûn. Polîsan li hember xwepêşanderan gaz û cop bi kar anîn. Di êrîşê de 20 welatî birîndar bûn.

Welatiyên di lidarxistina meşê de bi israr bûn, astengiya polîsan derbas kirin û ber bi Cadeya Seholeke ve dest bi meşê kirin.
Girseyê di meşê de sirûda Ey Reqîb û dirûşmên, “Bo derve bo derve, artêşa Tirk bo derve”, “Bimirê xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Faşîst Erdogan” gotin.

Piştî girse gihişt Cadeya Seholeke ji bo şehîdan deqeyekê rêzgirtin pêk hat.
‘Divê weke gerîla em li dijî dagirkeriyê li ser piyan bin’

Li dû rêzgirtinê Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed, daxuyaniyek da. Nerîman Ehmed got, “Heke hêzên kirêgir nebûna, em piştrast in ku dewleta Tirk di wê astê de nikarî dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê zêde bike. Lewma çawa gerîla bi xwîna xwe li dijî vê dagirkeriyê disekine, erka me ye jî em weke gel li dijî dagirkeriyê li ser piyan.”
‘Helwesta li dijî dagirkeriyê erkeke exlaqî û nîştimanî ye’

Paşê Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmanî Şehên Mihemed daxuyaniya Komîteya Amadekar a Çalakiyê xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî dagirkeriyê nîşandana helwest û nerazîbûnên girseyî erkeke herî li pêş a mirovî, exlaqî û nîştimanî ye û wiha hat gotin, “Rast e rewşa jiyanî, xizmetguzarî û mûçeyên welatiyan cihê nerazîbûnan e, lê divê em zanibin ku bêguman dagirker li pişt siyaseta birçîkirina welatiyên herêmê de ne.”
‘Divê em seferber bibin’

Li ser navê Koma Wijdan jî Dilşad Mîranî daxuyaniyek xwend. Dilşad Mîranî got, “Wezîfeya me ya exlaqî, wijdanî û neteweyî ye ku em ji xwe bawer bin, weke Kurdekî bi namûs û bi îrade li hember van êrîşên dagirkeriyê têkoşîn bikin. Ji bo parastin û bergiriya Başûrê Kurdistan û xelkê azadîxwaz divê em seferber bibin.”
‘Rêya herî baş ew e mirov pişta xwe bide îrade û hêza gel’

Li ser navê Komîteya Mehelî ya Hizba Şûî ya Kurdistanê Osman Zindanî jî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Erka desthilatdariya Herêma Kurdistanê ye ku bîr li çarenûsa herêmê û gelê me bike. Bi gotareke nîştimanî ya yekgirtî li hember vê dijmintiyê têbikoşin. Rêya herî baş ew e mirov pişta xwe bide îrade û hêza gel.”
Di daxuyaniyên Nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de û Rêxistina Komunîst hatin xwendin.
Her wiha Mamosta Tahir Seîd helbesteke xwe ya li dijî dagirkeriyê xwend.


(yş)