Gelê Başûrê Kurdistanê bê navber bi çalakiyên cur bi cur biryara Amerîka ya li ser sê şoreşgerên Kurd şermezar dikin. Bi vê boneyê îro li Parka Şar ya bajarê Silêmaniyê çalakiyek hat li darxisitn.
Di çalakiyê de bi dehan welatî, nivîskar, rewşenbîr, rojnamger, çalakvanên civaka sivîl û parlamenterên berê yên Herêma Kurdistanê amade bûn. Di destpêkê de bê navber dirûşmeyên ‘Em rêveberên xwe na firoşin’ hatin avêtin.
Piştî wê ji aliyê endamê komîteya amdekar Botan Germiyanî ve daxuyaniya Tevgera Azadî a nivîskî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara Amerîka biryarek ne exlaqiye û li dijî hemû Kurdane. Daxuyanî wiha domkir: “Ev biryar ji bo razî kirina dewleta faşîsta ya Erdogan li dijî gelê Kurd hatiye dayîn, herwiha biryar li hemberî tevgera azadiyê ya ku ji bo parastina gelê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê rolek serekî dileyize hatiye girtin. Ev biryar li dijî hemû welatparêz, niştimanperwer, hêz û aliyên siyasî yên azadîxwazin. Ji bo wê di vê demê yekitiya gel û hêzên siyasî yên Kurd, wê bibe zimanê parastina maf û daxwaziyên gelê Kurd.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara Amerîka biryarek duruye û tenê xizmeta terorîstên DAIŞ û hevkarên wan yên li Rojhilata Navîn dike.
Daxuyanî wiha bi dawî bu: “Em bi tundî vê biryarê şermezar dikin, em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet û rêxisitinên civaka sivîl dikin daku bi hevre bersiva vê biryarê bidin.”
Piştî wê daxuyaniyek li ser navê Eniya Nîştiman a li dijî Dagirkeriyê ji aliyê Êrîş Berzencî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşnan kirin ku beriya ku Amerîka vê biryarê bide, diviya bû behsa qehremaniya her sê şoreşgerên gelê Kurd kiriba. Em wek Eniya Nîştiman a li dijî Dagirkeriyê vê biryarê şermezar dikin. Em daxwaz ji Neteweyên Yekbuyî, welatên dost, hevpeymanan, konsolxaneyên welatên derve yên li Herêma Kurdistan û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin daku helwestek ya wan a cidî li hemberî vê biryarê hebe. Ji ber ku ev biryar wê tenê pirsgirêkan kurtir bike.