Îro danê êvarê li hola sînema Salim a bajarê Silêmaniyê filmê 14’ê Tîrmehê bi jêr nivîsa Kurdî hat nîşandan.
Filmê 14’ê Tîrmehê yê ku li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê a zindana Amedê hatî çêkirin, li bajarê Silêmaniyê cara yekem bi jêr nivîsa zaravayê Kurdî (soranî) hat nîşandan. Gelek welatî ji pêkhateyên cuda ji bo temaşekirina filmê 14’ê Tîrmehê berê xwe dan hola sînemayê. Film rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat.
Di sala 1980’an de dewleta Tirk li dijî hemû derdorên mûxalif, şoreşgerên Kurd, Tirk û sosyalîstan darbeya 12’ê Îlonê pêkanî. Bi hezaran kes girtin û di êşkenceyên mezin re derbas kir û hovîtiyeke mezin pêkanî.
Ev hovîtiya dewleta Tirk a bi taybet li zîndana Amedê, di sala 1982’an de gihîşt lûtkeyê. Kadroyên pêşeng yên PKK’ê di 21’ê Adarê de li dijî hovîtî û faşîzma dewleta Tirk starta berxwedanê da. Piştre şoreşgerên Kurd û Tirk yên PKK’yî berxwedana rojiya mirinê dan destpêkirin. Heya niha gelek filmên dokûmenterî û stran li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hatine derxistin.
Filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê ya kadroyên pêşeng yên PKK’ê ku zilm û hovîtiya dewleta Tirk a li hember girtiyan dike mijar, heya niha tevlî gelek festîvalên film ên navnetewî bûye û di çend qadan de jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.