Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê, bi armanca rast hatina Roja Cîhanî ya Kobanê şahiyek a pîrozbahiyê li darxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre nunerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistan, Silêman Ereb axivî û got: “Di berxwedana Kobanê de hêz, yekitî û rastiya gelê Kurd derket pêş. Zihniyeta Demokratîk û aştîxwaz li beramberî zihniyeta kevneperest bu. Heqîqeta wê berxwedanê heqîqetek îdolojîk bu.

Silêman Ereb di berdewama Axaftina xwe de got: “Ne tenê çeteyên DAIŞ bun êrişî Koban û Rojavayê Kurdistanê kirin, dewleta Tirk bû êriş dikir. Hemu dewletên Rojhilata Navîn yên kevneperest li dijî Kurdan dibin yek, ji bo çeteyên DAIŞ hemu sinorên wan vekirî bun, piştgiriya wan dikirin ji bo ku projeya xweseriya demokratik li Rojava têk bibin. Eger di êrişa xwe de bi ser biketibana wê ne tenê Koban û Rojavayê Kurdistanê, wê her çar parçeyên Kurdistanê biketiban, bê îrade û bê hêvî bimaba. Ji ber wê çendê serkeftina Kobanê serkeftina destpêka şoreşa gelê Kurde.”

Piştî Silêman Ereb koma Miştenur ya Rojava stranên şoreşgerî gotin û pirozbahî bi gerandina govendê bi dawî bu.