Li hola rewşenbîrî ya bajarê Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Kursiyan’ bi amadebûna sedan welatiyan hat nîşandan.
Li bajarê Silêmaniyê li hola Rewşenbîrî ya bajarê Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Kursiyan’ hat pêşkêşkirin. Şanoya ku eslê xwe Ferensiye, koma şano ya Kodo bi wergêrana Kurdî pêşkêşi welatiyên Silêmaniyê hat kirin.
Şano wê heya 9’ê Cotmehê her roj saet 16:00’an li hola Rewşenbîrî ya Silêmaniyê bê pêşkêşkirin.
Derhênerê şanoyê Destan Berzan li ser naveroka şanoyê got ku şano behsa jiyana jin û zilamek dike ku di nava jiyana heyî de jiyana wan her tim xwe dûbare dike.
Herdu listîkvanên şanoyê jî navê wan Şîlan Abdulla û Soran Ekrem bûn.