Saziya Nûwêger li Silêmaniyeyê pêşangehek ava kir. Hatineyên pêşangehê wê ji Rojava re bên şandin.
Pêşangeh bi pêşengiya saziya Nûwêger li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê pêk hat. Bi rêya vê pêşangehê tê xwestin ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava ji dinyayê re bên ragihandin. Hunermendên ku bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûn wê hatineya berhemên xwe ji Rojava re bişînin. Pêşangeh wê du rojan dewam bike. Ji rêveberên pêşangehê Rûbar Ehmed anî ziman ku hunermendên ji Silêmaniyeyê 25 berhemên xwe diyarî pêşangehê kirin.
Wênevan Qanî Ebdulqadir jî bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bû, kêfxweşiya xwe ya ji ber hewldaneke bi vî rengî anî ziman. Her wiha spasiya hunermendên beşdarî pêşangehê bûn kir û got, bi piştevaniyê karekî bedew afiriye.