Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Gonzalo Blûmel, şewata li Valparaîsoyê ku bajarekî tûrîstîk ê li rojavayê Şîlî ye bi piranî hatiye kontrolkirin.

Lê belê li girên Rocûant û San Roqûeyê herî kêm 150 hektar herêmek şewitî. Hate ragihandin ku herî kêm 200 xanî bi temamî şewitîn an jî hin beşên wan şewitîn.

Arkujên ku ji bo vemirandina şewatê sewqî herêmê hatin kirin 12 ji wan birîndar bûn.

Her wiha hate ragihandin ku elektrîka 2 hezar xaniyan jî hatiye birîn.