Li çoltara Girê Ezmana yê Bajaroka Gite ya Silopiyê cerdevan û leşker bi hevre derketin operasyonê. Piştî leşker û cerdevan bi hevre derketin operasyonê teqîn pêk hat.
Di teqîna bombeyê de 2 cerdevan mirin û herî kêm 4 jî birîndar bûn.
Navê cerdevanên mirîn Halîl Yerboga û Suleyman Tosun e.
Cerdevanên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Operasyona li herêmê hatibû destpekirin berdewam dike.
HPG’ê têkildarî bûyerê hê tu daxuyanî nedaye.