Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê heştemîn pêşengaha navdewletî ya pirtûkan pêk tê û di têde bihezaran pirtûkên cûda tên nîşandan.

Duh li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê heştemîn pêşengeha pirtûkan a navdewletî destpê kir û wê heya 15’ê Cotmehê jî berdewam bike.

195 navendên belavkirina pirtûkan ên Rojhilat û IIranê, 157 navendên belavkirinê bi nûnertî, 52 navendên belavkirinê yên biyanî beşdarî pêşengehê bûne.

Her wiha 73 hezar û 500 pirtûkên li IIran û Rojhilatê Kurdistanê Kurdistanê hatine derxistin, 400 pirtûkên cûda yên biyanî  û 2 hezar û 800 pirtûkên Kurdî yên Herêma Kurdistanê jî di pêşengehê de hatin pêşandan.

Pêşengeh ji 230 odeyan pêk tê ku her yek taybete bi pirtûkên navendekî.