Tevgera Azadiya Jinên Êzidî -TAJÊ û Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ji bo 45mîn salvegera damezrandina PKK’ê, li ber quba Xatûna Fexra şitlên daran çandin.

Hate diyar kirin ku, ji tevahiya meclisên jinên herêmê û endamên TAJÊ beşdarî çalakiya çandniya daran bûn.

Endama TAJÊ Nefiya Mêşo têkildarî mijarê ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; 27’ê Mijdarê ji bo civaka Êzidî rojek taybet e. Beriya niha gelek dar ji çiyayên me hatin birrîn. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, îro li ber mezargeha Xatûna Fexra daran diçênin. Çandina daran û ev roj jî ji be me girîng in. Ji ber ku Rêber Apo bû sedema ku em li axa xwe vegerin û li çiyayê xwe xwedî derkevin. Em jî di salvegera avabûna PKK’ê de daran diçênin. Dar jî, Çiiayê Şingalê jî, PKKe jî, jî bo me pîroz in. Ji bo vê jî, em, li xaka pîroz çandiniya şitlên darên pîroz, di roja pîroz ya cejna vejînê de pêktînin. Pîrozî her û her pîrozî ye.