Şirnex yek ji wan bajaran e ku dema roj diçe ava dîmenên xweş derdikevin holê. Dema roj xatir ji bajêr dixwaze asîman sor û zer dibe.
Li Şirnexê dema ku roj diçe ava tîrejên rojê yên ku di nav berbanga êvarê de şeqitîn û li ser rex û derdora Şirnex û çiyayê Gabarê belav bûn, rengên cûda li pey xwe hiştin.
Dîmenê rojê yê sor û gewir ku dema diçe ava derket holê, wiha li ber objektîfên me ket.





