Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, tundrewan êrîş birin ser otelekê. Herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hejmara birîndaran jî 40 kes e.

Li gorî agahiyan, êvara Şemiyê (bi dema Ewropayê) rewşa li otelê hînê nehatibû kontrolkirin.

Hate ragihandin ku ji êrîşkaran 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Berpirsyariya vê êrîşa li ser otela nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Aden Addeyê, rêxistina terorê Eş Şebab li xwe girt.

Hate ragihandin ku du êrîşkarên xwekuj ên bombeyî heman beriya êrîşê di wesayitê de xwe teqandin.

Rayedarên ewlekariyê yên Somalî piştrast kirin ku di êrîşê de dayikek û çar zarok hatine kuştin.

Eş Şebab bi salan e li vî welatê xizan ji bo serweriyê êrîşan dike û hîn jî gelek herêmên vî welatî kontrol dike.