Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) Rewşa Awarte ragihand. Sanchez diyar kir, ji ber asta krîzê ew neçar mane ku tevdîrên awarte werbigirin û diyar kir, ji şeva Şemiyê û pê ve ji bo 2 hefteyan wê tevahiya welêt bixin karantînayê.

Sanchez got, tenê ji bo çûyîna kar, kirîna xwarinê, derman û nexweşxaneyê wê destûrê bidin welatiyan ku ji malê derkevin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Karên Hundir a Spanyayê biryar da ku hêzên polîsan hemûyan kontrol bike.

Li Spanyayê heta niha 5 hezar û 232 nexweşên bi vîrûsa Korona hatine tespîtkirin. Li gorî hejmarên heta niha hatine eşkerekirin, li Spanyayê 133 kesî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan.