Têkildarî Jûan Carlos ku di navbera salên 1975 û 2014’an de Qralê Spanyayê bû, îdîayên giran ên bertîlê hatibûn kirin û ev îdîa jî bi hesabên bankeyê hatibûn ispatkirin. Di nûçeya rojnameya Trîbûne de Geneve de ya Swîsreyê, hatibû ragihandin ku Jûan Carlos di sala 2008’an de 100 milyon dolar ji Qralê Erebistana Siûdî Abdullah wergirtiye.

Hate îdîakirin ku yek ji kesên ji hesabê Carlos niha sûdê werdigire Qralê niha Felîpe yê 6’emîn e. Rojnameya The Daîly Telegraph a Îngiliz îdîa kir ku weqfa li Panamayê ya ku hesabê xwe li Swîsreyê heye û yê Jûan Carlos e, pere ji Felîpe yê 6’emîn re veguhastiye.

SKANDAL EŞKERE BÛ, BAVÊ XWE RED KIR

Felîpe yê 6’emîn jî li pêşberî van îdîayan hewl dide xwe ji skandala bertîlê rizgar bike.

Di daxuyaniya Qesra Qraliyetê de hate ragihandin ku Qral Felîpe yê 6’emîn mîrateya bavê xwe Jûan Carlos red kiriye. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku haya Felîpe yê 6’emîn ji sûdwergirtina ji hesabê weqfekê nîne. Tê îdîakirin ku bi rêya weqfa navborî lêçûnên balafirên jet ên bi milyonan Euroyî yên Jûan Carlos hatine tedarikkirin.

Di daxuyaniya qraliyetê de hate destnîşankirin ku 194 hezar euro yên salane ji bo xerckirinê dewlet dide qralê berê hatiye rawestandin.