Ji destpêka sala 2020’î û vir ve nêzî 12.000 koçber gihîştin herêma Kanaryayê ya Spanyayê. Tê gotin ku tenê meha Cotmehê 5 hezar koçber gihîştin herêmê. Di nava koçberan de ne tenê jin û mêr hebûn, her wiha zarok jî hebûn. Eşkere bû ku ji malbatên ji Fas û herêmên Sehra yên Efrîkayê hatin, 12 ji wan ji zarokên xwe hatin cihêkirin.
Rayedar piştî ku zarokan ji malbatên wan distînin testa DNA’yê li wan dikin û piştî ku tespît dikin malbata wan e radestî wan dikin.
Parêzerê Xaça Sor a li herêmê Raûl Baez got, “Zarok bi malbatên xwe nedihatin. Li dijî metirsiya bikaranînê diviyabû tedbîr bihata girtin. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku divê rêbazên hîn kêmtir bi êş û neêrişkar bê bikaranîn.”
Xaça Sor li herêmê du navend vekir, malbatên bi zarok li wan navendan dihewîne û dixwaze têkiliya navbera zarokan û mezinên wan tespît bike, tespît bikin ku xizmên hev in yan na.