Li Srî Lankayê kesê ku mirin bûne 359

Bîlançoya ji ber êrîşên bombeyî yên li Srî Lankayê giran dibe. Di encama êrîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî bîlançoyê 359 kes mirin û bi kêman3i 500 kes birîndar bûn.

Yekşemê ayînên Paskalyayê, dêr û otêl bûne hedef. Ji 8  teqînan ên li paytext Colombo û li çar deverên din 2 jê êrîşên xwekuj bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê komkujî anîn ser xwe. Hikûmeta Srî Lankayê rêxistina xwecih a bi navê National Thowheeth Jama’ath (NTJ ) bepirs dît. Vê komê êrîş neanî ser xwe.

Êvara Çarşemê têkilî êrîşan 18 kes hatin destgîrkirin. Ji Yekşemê û vir ve 58 kes hatine destgîrkirin.

Serokwezîr Ranîl Wîckremesînghe Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir êrîş bi desteka hêzên derve ye.

Hate gotin ji êrîşkarên xwekuj 2 jê ji Birayên Misilman ên Srî Lankî ne. Hate gotin herdu êrîşkar jî di êrîşan d bi roleke girîng bûne. Li gorî rayedaran ev kes, ”hicreyYên terorîst ên malbatî” pêk tînin û di bin banê NYJ’ê de bi peywirên girîng in.