Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Hat zanîn ku kesên bi ser malên wan de hatiye girtin, ew kes in ên di 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de dixwestin ji Saraçhaneyê bimeşin Taksîmê.
Di nava kesên hatine binçavkirin de endamên Halkevlerî, Tevgera Şoreşger, Komeleya Ciwanên Şoreşger û Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst jî hene.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:
“Bi hinceta ku di 1’ê Gulanê de li dijî qedexeya derhiqûqî ya Taksîmê li ber xwe dan, bi ser malên 47 kesan de hate girtin.
Ji bo şopandina rewşa binçavkiriyan em ê derbsî Emniyeta Vatanê bibin.”
Li Bursayê jî Polêsên tirk duh bi ser gelek malan de girtin, kel û pelên nav malan belawelakirin, heqaretê li mirvan kirin.
Piştî tehdeya li xelkê kirin bi kêmanî 20 kes kirin binçavan.
Kesên ku heta niha navê wan eşkere bûne ku di binçavan de ne ev in;
Sabiha Toktaş, Saliha Toktaş, Nesiba Akan, Yusuf Yağız, Mahmut Yıldırım, Sadiye Çelik, Nurcan Apakan, Elif Karatekin, Mazlum Aymaz, Emine Borne, Yusuf Vural.
Li gorî agahiya ku parêzeran da, dozgeriyê bi bihaneya endamên rêxistinê de talîmata binçavkirinê daye.