Bi çarçoweya qirkirina siyasî li Stenbolê Hevserokên Navçeyan ên HDP’ê û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê jî di nav de 8 kes hatin destgîrkirin.


Bi çaroweya operasyona Dozgeriya Komarê ya Stenbolê vê sibehê polîsên Tirk li gelek navçeyan bi ser malan de girt. 

Hevserokên Navçeya Kagithane yên HDP’ê Ayhan Yildiz, Behiye Demîr, Hevseroka Navçeya Beşîktaşê Remziye Bor, Rêveberên bajêr ên Stenbolê Fatmanur Gunbeyî, Sermîn Danişman Turgay, endamên navçeya Esenyurtê Hatîce  Yildiz, Baran Sumbul Û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk Eşref Yaşar hatin destgîrkirin.

Hate gotin derheqê 15 kesan biryar destgîrkirinê heye.