Polîsan avêtin ser malên Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ku ‘Rektor ê qeyûm’ şermezar kiribûn. Di encamê de gelek xwendekar hatin destgîrkirin.

Piştî ku Melîh Bûlû yê AKP’î bi biryarnameya Serokkomariyê ji bo Zanîngeha Bogazîçî weke rektor hate tayînkirin, xwendekaran çalakiyên protestoyî li dar xistin. Polîsan avêtin ser malên xwendekaran û gelek xwendekar destgîr kirin.

Doh jî polîsan êriş biribûn ser xwendekarên ku tayînkirina rektor şermezar kiribûn. Piştî vê êrişê hin xwendekar hatibûn destgîrkirin û hinek ji wan hatibûn berdan.