Li ser banga Komîteyên Rojava, Ciwanên Çepgir ên rêxistinên ciwanan ên Partiya Çep, Rêxistina Navenda Karkeran a Swêdê (SAC) û Yekîtiya Jinê ya Sara çalakî saet 13:00’an li Qada Norra Bantorgetê hate destpêkirin.
Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinê ya Sara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Girîn Kasirga axivî û bibîr xist ku bi saya serkeftin a li Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî bi destxistin tarîtî hatiye rakirin û hêvî ji bo hejaran hatiye dayîn.
Kasirga bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pradîgmaya Ocalan ji bo hemû mirovên li Rojhilata Navîn û her devera cîhanê bûye çavkaniya moral, hêvî û siberojê. Parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastina Ocalan, tê wateya şikandina tecrîd û azadiyê.”
PYD: DEWLETA TIRK LI PEY AVAKIRINA XELÎFEYEK NÛ YE
Li ser navê PYD’ê jî Şiyar Alî axivî û destnîşan kir ku piştî YPG/YPJ’ê li Kobanê çeteyên DAÎŞ’ê têk bir û şûnde gelên Rojava dest bi avakirina sîstema demokratîk, wekhevî û ekolojîk kirine û got: “Artêşa Tirk ne tenê dixwaze Rojava dixwaze Sûriyeyê jî parçe bike. Bi destekkirina terorê dixwaze xelîfeyeke nû ava bike. Têkoşîna me wê heta ji bo azadiya Sûriyeyê tevhî bidome. Heta hemû mafên Kurdan û hejarna pêk were wê têkoşîna me bidome.
SAC: ŞOREŞA ROJAVA DA NÎŞANDAN KU CÎHANEKE DIN MIKÛNE
Sekretera Giştî ya Rêxistina Navenda Karkeran a Swêdê Erîk Tonk jî biryara piştgiriya Rojava ya di kongreya SAC’ê ya hatî lidarxistin de hatî girtin xwend. Tonk got: “Şoreşa Rojava da nîşandan ku cîhaneke din mimkûne bê avakirin. Wê piştgiriya me ya bi konfederalîzma demokratîk û şoreşa Rojava re bidome.”