Çalakiya li Strasboûrgê ya ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî’’ kete sala 7’an. Zilma dewleta Tirk a li ser Ocalan û li ser Kurdan li Strasboûrgê bi dîplomasiya gel bi cîhanê hate naskirin.
Yek ji navê ji Insîyatîva ‘Ji Ocalan re azadî’ Reîmar Heîder, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên navnetewî organîze kirî û li cîhanê ji bo naskirina felsefeya Ocalan xwedî rol e li ser çalakiya nobetê ya ku ketî sala 7’an axivî. Heîder diyar kir Kurd tim bi daxwaza azadiya Ocalan li ser piyan in û domand: ‘’Em Insîyatîva ji Ocalan re azadî, wateyeke mezin didineçalakiya rûniştinê ya domdirêj. Ya ku çalakiya li Strasboûrgê dike taybet ew e ku li hemû şertên hewayê û zextê jî dom dike, di rengekî rûniştî, ji gel, çand û pîşeyên cuda kes tevlî nav vê çalakiyê dibin.’’
Heîder bal kişande ser izolasyona domdar û got, ‘’Tekan girêdana wê ya bi Ocalan re ew ku saziyên girêdayî Konseya Ewropayê ne’’. Heîder wiha domand: ‘’Ji bo ku giringiya Ocalan a ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn bidin fêhmkirin çalakiya li Strasboûrgê pir girîng e. Ev çalakî bi wê peywirê radibe ku berpirsyarî û peywira Konseya Ewropayê û CPT’yê bi bîra wan dixe.’’
SAZIYÊN LI STRASBOÛRGÊ NABÎNIN
Heîder got li gel zexta raya giştî jî saziyên li Strasborûgê peywira xwe bi cih naynin û got, ‘’Dev ji reaksiyoneke ji bo azadiya Ocalan berdin, ne girêdayî wan peymanan in ku îmzeya wan li ser heye jî. Li gel ku rêxistina pêşîlêgir a êşkenceyê ne jî, çavê xwe ji izolasyona, tecrîd û şertên giran ê girtîgehê yê Birêz Ocalan re digirin. Mixabin ne ku tenê saziyên li Strasboûrgê wiha dikin, Rêxistina Efûyê, Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan jî wiha tevdigerin.’’
PIRTÛKÊN OCALAN BI 14 ZIMAN IN
Heîder her wiha li ser pirtûkê Ocalan got, ew girîngiyeke mezin didine, wergerên pirtûkên Ocalan ên bi 14 zimanan organîze dikin, danasîna wan dikin. Heîder got ji bo pirtûkan gelek seminer û civîn kirine û ev ê bidome jî.
KONFERANSA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK WÊ PÊK WERE
Reîmar Heîder bal kişande ser salvegera 20’an a komployê û sala 70’yî ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got bi vê çarçoweyê ew ê li Hambûrgê cara çaran konferansa Modernîteya Demokratîk çêbikin.
XWE GIHANDINA BI SEDAN ÎNSANÎ
Yek ji ji nûnerê HDP Ewropayê Faîk Yagizay ku ji destpêkê ve çalakiya ‘’Ji Ocalan re azadî’’ dişopîne û di şandeyên navnetewî de heye got
Yagizay got bi çalakiyê bürokrat, kesên li bajaran dijîn û turîstên ji çar hêlên cîhanê hatin, hatine agahdarkirin, nêrîna saziyên navnetewî û mirovan a li Ocalan guherand û her wiha îmaja ku bi propagandaya welatên Ewropayê û Tirkiyê hatî çêkirin, hate guheranin, sempatiyek hate çêkirin.
Yagizay her wiha got bi vê çalakiya nobetê xwe gihandina bi sed hezaran kesî û her wiha bi sedan danezan, broşûr hatine belavkirin
Yagizay diyar kir di salên pêşî de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, di kampanyaya îmzeyan de 10 milyon îmze hatibûn bidestxistin û ev kampanya li rast nobeta çalakiyê hatibû.
HETA MIRINÊ LI NAV ÇALAKIYÊ BÛ
Munzur Emekçî ji destpêka Nobeta ‘’Ji Ocalan re azadî’’ ve, 3 salên pêşî çalakî organîze kir û hema hema bi çalakiyê re bûbû yek. 2015’an ji ber nexweşiya xwe 2015’an çalakî dewr kir û Nîsana 2016’an jiyana xwe ji dest da.
Hevjîna Emekçî Rojda ji cihê ku hevserê wê hiştî peywirê didomîne. Rojda Emekî got, ‘’Munzur Emekçî got, ‘heta mirinê ez ê di nav vê çalakiyê de bûm’ û wiha kir.’’
Rojda Emekçî got bi çalakiyê wan xwe gihandiye bi sed hezaran mirov û fersend çêbûye ku bi vê çalakiyê mirov Ocalan nas bikin ,fikrên wî fêhm bikin û bi kîjan şertan girtî ye.
Rojda Emekçî got bal kişande ser rola jinan, ciwan, yixtiyar, gazî û malbatên şehîdan û got, ‘’Bi taybetî serma zivistanê, baranê, havînan hatin. Heke ne ji fedekariya wan buya me nedikarî bi serê xwe çalakiya xwe bidomanda. Bi vê maneyê em li çalakiyê xwedî derketin. Hevserê min tim digot, ‘’Ez vê çalakiyê heta ku Serok azad bibe, ez tenê jî bimînim ez ê bidomînm. Heta mirinê jî bidome ez ê bidomînim.’’ Ev meseleya rûmetê bû. Jixwe şoreşgerî jî ev dianî.’’
Rojda Emekçî got hevserê wê Munzur Emekçî digot, ‘’Ji tine de heke nikaribim tiştekî dî bikim jî li vir ji bo azadiya Rêbertî divê hazir bim’’. Tim digot, ‘’Vîna min Serokê min’ û ew ê heta mirinê girêdayî Ocalan be.