Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN’ê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN danê êvarê li stasyona navendî ya trenê ya Stûttgartê li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Çalakî di dema qelebalix a stasyonê de pêk hat û ala PKK’ê û wêneyên Ocalan hatin hildan.

Ciwanan di çalakiyê de belavokek bi Elmanî xwendin û diyar kirin ku wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Çalakî bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.