Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan dest pê kir.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê berfireh dibin.
Tevî bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û bajarên Parîs û Marsîlya yên Fransayê, li Stûttgartê jî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan dest pê kir.
Çalakî li qada Kobanê ya Stûttgartê rojane saet di navbera 11:00-18:00 de pêk tê.
Kurdistanî wê çalakiya xwe roja Şemiyê saet di navbera 14:30-17:00 de bi mîtîngekê bi dawî bikin