Li Stûttgartê ya Elmanyayê rêxistinên Kurd û Tirkiyeyî yên çepgir li dijî tecrîd û faşîzmê çalakî kirin.

Rêxistinên çepgir ên şoreşger ku înê li meydana Schrottplatzê ya Stûttgartê hatin cem hev li pêngava ku KCK’ê, Tevgera Şoreşger a Gelên Yekbûyî (HBDH) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) dayî destpêkirin xwedî derketin.https://cdn.iframe.ly/komw0Nz

Di çalakiyê de li ser navê TKEP-Lenînîst, TKP-ML, MKP, TÎKB û NCKD daxuyanî hate dayin û hate gotin, ”Hevrêyên Şoreşa Yekbûyî, HBDH ji me dixwaze ku em rabin ser piyan. Ev têkoşîn dijî faşîzmê ye.”

Bi berdewamî hate gotin, ”Em banga Şoreşa Yekbûyî radibin ser piyan. Li pêşiya azadiyê tekane asteng faşîzm e. Em ê bi zimanê şoreşê û dengê kuçetê dijî faşîzmê şer bikin.  Şoreşa Yekbûyî wê bi ‘seferberiya berfireh’ bersivvê bide. Divê çewisandî dengê me bibihîstin. Guh bidin banga Şoreşa Yekbûyî û rabin ser piyan. Li hemû qadên jiyanê em çalakiyên aktîf dikin û pêngavê geş dikin.”