Berdevkê Parastina Sivîl a Neteweyî ya Sûdanê Abdul Celîl Abdulrahîm bi daxuyaniyekê got, “Ji destpêka serdema baranê û vir ve li 11 eyaletan bi giştî 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 61 kes jî birîndar bûn.”

Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan ji ber xetisandin, elektrîkê û hilweşîna xaniyan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevk her wiha diyar kir ku li tevahiya welêt 8 hezar û 400 xanî hilweşiyane û xisar li zêdeyî 27 hezar û 200 xaniyî bûye.

Barana zêde ya li Sûdanê ku ji Hezîranê heta meha Cotmehê dewam dike, zerareke mezin dide binesaziyê û çandiniyê.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku baran û lehiyê ji meha Tîrmehê û vir ve bandor li 102 hezar kesî kiriye.

Li başûrê welêt derdora 50 gund di nava avê de man. Ev jî bû sedem ku 65 hezar kes cih biguherîne.