Artêşa ser bi general Abdûl Fettah El Bûrhan ê bi darbeyê li serê dewletê bi cih bû û hêza paramîlîter a Mûhammed Hamdan Daglo Hêzên Piştevaniya Lezgîn beriya ku berê çekên xwe bidin hev, du hefte bûn bi rengekî veşartî şer dikirin.

Lê belê ev şer van sê rojên dawî giran bû. Li paytext Hartûmê dengê çekan û teqînan bilind dibe. Di şer de ku çekên giran jî têne bikaranîn, artêş ji hewayê ve bombeyan li biryargehên HPL dibarîne.

HPL ku bi hezaran endamên xwe hene, beriya niha di şerê Darfûrê de weke milîs cih girtibû, piştre bi rengekî fermî bi ser artêşa Sûdanê ve hatibûg irêdan. Di Cotmeha 2021’ê de jî artêşê û HPL bi hev re sivîl ji desthilatdariyê dûr xistibûn.

Sivîlên ku di navbera şer de mane, berdêlên herî giran didin. Li gorî Sendîkaya Doktoran 56 jê roja Şemiyê û 41 jî roja Yekşemê herî kêm 97 sivîl hatin kuştin. Nîvê van li nêzî paytext Hartûmê hatin kuştin.

Sendîkayê diyar kir ku artêşê û şervanan gelek ji hev kuştine, lê belê aliyan di vê mijarê de bîlanço nedane.

HPL êvara Yekşemê daxuyaniyek da û îdîa kir ku ew li ber ‘serketina dawî’ ya şer in. Lê belê nayê zanîn ku kîjan hêz niha ku derê kontrol dike.

HPL’ê îdîa kir ku wan balafirgeh kontrol kirine, lê artêşê derewand. Paramîlîteran diyar kirin ku ew ketine Qesra Serokkomariyê, lê artêşê ev agahî jî derewand.

Ji qada navneteweyî bangên agirbestê hatin kirin, lê hîn jî bersive ji wan re nehatiye dayin. Doktor û saziyên alîkariya mirovî hişyariyê didin. Li vî welatê ku ji xwe xizan e, rojê tenê çend saetan elektrîk tê dayin. Ji destpêka şer û vir ve li hin taxên hartûmê elektrîk û av bi temamî hatine birîn.

Beriya destpêkirina tundiyê ji 45 milyon xelkê Sûdanê yek ji sê paran pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn hebû.