Komîteya Navendî ya Doktorên Sûdanî ku weke rêxistineke serbixwe û alîgirê demokrasiyê tê pênasekirin, ragihand ku di şer de 56 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Komîteyê diyar kir ku hêzên ewlekariyê jî bi dehan ji hev kuştine, lê di vê der barê de bîlançoyek li ber destê wan nîne. Komîteyê ragihand ku di serî de ji hêzên ewlekariyê derdora 600 kes jî birîndar bûne.

Sendîkaya Doktoran jî diyar kir ku 2 jê li balafirgeha paytext Hartûmê 27 kes mirine, 170 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku hêzeke paramîlîter a ser bi artêşê ve ye û ji hezaran milîsên berê pêk tên, diyar kir ku wan Serokkomarî, balafirgeha Hartûmê û hin avahiyên girîng bi dest xistine.

Artêşê ragihand ku agahiyên li ser bidestxistina balafirgehê rast nînin û piştrast kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn yek jê balafira Saûdî Aîrlînes 2 balafirên sivîl şewitandine.

Artêşa Sûdanê êvara Şemiyê daxuyaniyek da û bang li gel kir ku li malên xwe bimînin û baregehên hêzên paramîlîter ji hewayê ve bombe kir.

Tevahiya rojê Neteweyên Yekbûyî, Washîngton, Moskowa, Parîs, Roma, Riyad, Yekîtiya Efrîkayê, Yekîtiya Ereb û Yekîtiya Ewropayê banga agirbestê kirin. Lê belê bersiv ji van bangan re nehate dayin.

Fermandarê Yekîneyên Piştevaniya Lezgîn ji televîzyona El Cezîre re axivî û gef xwar ku heta hemû baregehên leşkerî kontrol bikin wê nesekinin.

General Abdulfettah El Bûrhan ku bi darbeyê bû Serokdewlet, ragihand ku serê sibehê li hemberî baregeha wî êrîşek hatiye kirin. El Bûrhan ji bo Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku hevalbendên wî yên herî kevn e êdî dibêje ‘Milîsên ku hêzên derve piştgiriya wan dike’.

Li gorî agahiyan, herdu alî jî ji bo kontrolkirina avahiya ku medya dewletê lê ye, şer dikin. Şer sibeha Yekşemê girantir bû.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Hemedtî û general El Bûrhan, ji bo sivîlan ji desthilatdariyê dûr bixînin li hev nekirin. Lê belê bi demê re Hemedtî li hemberî darbeyê dengê xwe bilind kir û di danûstandinan de xwe da aliyê ‘sivîl’an.

LI MISRÊ DENGÊ ‘TOLHILDANÊ’ BILIND DIBE

Di vê navberê de bi taybetî li eniya Misrê fikar zêde bûn. Hêzên Piştevaniya Lezgîn leşkerên Misrî dîl girtin ku bi Hêzên Hewayî yên Sûdanê re tevlî tetbîqatê bûn. Hêzên Piştevaniya Lezgîn gotin, ‘Leşkerên Misrî dagirker in’ û ragihand ku leşkerên di destê wan de ne jî ‘dîlgirtiyên şer’ in.

Balafirên Mîg-29 ên tevlî tetbîqata hewayî bûn li pîsta balafirgeha Hartûmê hatin sabotekirin. Berdevkê leşkerî yê Misrê diyar kir ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin ku jê bi guman in. Piştî demekê general Hemedtî ragihand ku leşkerên Misrî nehatine girtin, hin dîmenên ketine ser medya dîjîtal cihê xemgîniyê ye. Di dîmen de tê dîtin ku kiryarên xerab li leşkeran têne kirin. Tê gotin, ev daxuyaniya Hemedtî ji bo wê yekê hatiye kirin ku pêşî li tevlîbûna Misrê ya li şer bigire. Di medya Misrê de jî bang tê kirin ku bi rêya operasyoneke leşkerî ‘tol’ bê hilanîn.