Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê got “Maraî El Ramhhan, hevjîna wî û 6 zarokên wî, di êrîşa hewayî ya Urdunê de hate kuştin.”

Hat ragihandin ku êrîşa hewayî li rojhilatê herêma Suwêda ya nêzî sînorê Urdunê pêk hat. Urdunê derbarê êrîşê de tu daxuyanî neda.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku Rehman weke bazirganê maddeyên hişber tê naskirin û bi taybetî bazirganiya maddeya captagonê dike. Ev madde ji Urdunê re tê şandin.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP’ê di meha Mijdarê de diyar kiribû ku captagon li Sûriyeyê xwedî endustriyeke herî kêm 10 milyar dolar e. Di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku serokê dewletê Beşar Esad û gelek komên çeteyan sûdê ji firotina vê maddya tiryakê distînin. Li gorî lêpirsînekî ji herêmê dewleta Tirk di bazirganiyê de cih digire. Li gorî nûçeyê de ‘Dîetîl eter a ku ew jî kloroformeke û ji bo çêkirina captagonê girîng e û piraniya van maddeyan ji Tirkiyeyê tê.”