Êrîşa bi fuzeyan vê sibehê pêk hat. Mala çavdêriyê diyar kir ku gelek fuze beriya ku bigihêjin hedefa xwe ji aliyê pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê hatine şikandin.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan got “6 milîsên ne ji Sûriyeyê, mirine.”
Ajansa nûçeyan a Sanayê ya ku girêdayî hikumeta Şamê ye xwe spart çavkaniyên leşkerî û diyar kir ku Îsraîlê ji Golan û Celîleyê fuze avêtiye.
Li gorî rapora salane ya ku artêşa Îsraîlê di dawiya salê de weşandibû, di sala 2020’an de li Sûriyeyê nêzî 50 cihan hatiye xistin.
Ji dema ku şerê navxweyî ya Sûriyeyê dest pê kiriye, ji sala 2011’an û heta niha Îsraîlê bi sedan êrîşên hewayî kir.
Îsraîlê di nîveka meha Çileyê de li Dêrazorê li hêzên alîgirên rejîmê û leşkeran dabû û herî kêm 57 leşker û milîs miribûn. Ev êrîşa herî giran a Îsraîlê bû ku li Sûriyeyê kiribû.